L’équipe d’ARJIN se fait le plaisir de vous inviter à la projection du film « Welcome » réalisé par Philippe Lioret avec entre autres Vincent Lindon, Firat Ayverdi, Derya Ayverdi, Murat Subasi, Audrey Dana … La projection de ce film nous tient à cœur car derrière cette fiction se cache une réalité de la société française et une tragédie humaine pour un grand nombre de communautés qui aspirent à un avenir meilleur en Europe. Une réalité politique et économique au Kurdistan donne lieu à ce genre de drame, parfaitement ressentie tout au long du film.


Synopsis du film : Pour impressionner et reconquérir sa femme, Simon, maître nageur à la piscine de Calais, prend le risque d'aider en secret un jeune réfugié kurde qui veut traverser la Manche à la nage.


Notre association qui s’est donné pour objectif de promouvoir la culture kurde en France et de rendre compte du problème kurde au Kurdistan a aussi le devoir de souligner un aspect du drame kurde en Europe. C’est pourquoi nous avons décidé d’organiser, à la suite de cette projection, un débat dont le fil rouge sera l’immigration qui est d’actualité avec le problème des clandestins de Calais. Le débat sera animé par l’équipe
ARJÎN.

Plusieurs personnalités du film seront présentes (certains acteurs et des membres de l’équipe de production) et l’équipe d’ARJÎN animera le débat et proposera une buvette.




Informations pratiques sur la date et le lieu :

Le Samedi 10 Octobre 2009 à 14h00 au centre culturel kurde Ahmet Kaya 16, rue d’Enghien 75010 Paris
Métro : Strasbourg St Denis ou Château d’eau

Toute l’équipe ARJIN se fera un plaisir de vous voir parmi nous afin de partager des idées et des points de vue aussi nombreux, variés et riches que possible : c’est avec impatience que nous vous attendons !!






PÊŞKÊŞIYA FÎLMA "WELCOME" A NAVDAR, Û, BI DÛ RE, NÎQAŞEKE LI GEL HIN KESAYETIYÊN FÎLMÊ

Roj baş hevalên hêja,

Ew bi coşeke mezin e ku taxima Arjîn we ji bona pêşkêşiya fîlma "Welcome" vedixwîne, ku derhênerê vê fîlmê jî, Philippe Lioret e, û di nav leyistikvanên wî, kesên mîna Vincent Lindon, Firat Ayverdî, Derya Ayverdî û Audrey Dana hene.
Li paş hîkayeta vê fîlmê, ji bona pir civatên ku hatin Ewropayê û li pêşerojeke şîrîntir bigerin, rastiyeke civaka fransî û malmîratiyeke mirovî heye, û lomane em girîngiyeke mezin didin pêşkêşkirina vê fîlmê. Fîlm jî, rastiya aborî û siyasî ya Kurdistanê derdixîne ber çavan, ku van trajediyan pêk tîne.

Kurteçîroka fîlmê : Sîmon, hostayê ajneyê yê li birka Calaisê, dixwaze xwe li ba jina xwe şîrîn bike, û bi vê bonê, ew alîkarî dide ciwanekî kurd ê pênaber, ê ku dixwaze di deryaya Mancheyê re ajne bike.
Komeleya me, li gel armanca xwe ya pêşdexistina çanda kurd a li Fransayê, û ya danasandina pirsgirêka kurd a li Kurdistanê, destnîşankirina aliyekî trajediya kurd a li Ewropayê jî, wek erka xwe dibîne. Ji bona wê, me biryara lidarxistina nîqaşekê da, ku ev nîqaş ha jî, ê li dora pirsa koçberiyê pêk were, ya ku bi riya pirsgirêka koçberên qaçax ên Calaisê, vê dawiyê di nûçeyan de derbas bûye. Taxima Arjîn wê nîqaşê bigerîne.
Wê çend kesayetiyên fîlmê (hin leyistikvan û koma produksiyonê) amade bibin, û taxima Arjîn wê bufeyeke vexwarinan ji we re jî pêşkêş bike.

  

 
Agahiyên dem, şun û war :

Roja şemiya 10ê Cotmeha 2009an, li seeta 14h00an, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, 16, rue d’Enghien 75010 Paris
Îstgeha metroyê : Strasbourg St Denis an Château d’eau

Taxima ARJIN wê bi coşeke mezin pêşwaziya we bike, da ku em fikirên xwe yên piralî, cuda û dewlemend bi hev re parve bikin : em li hêviya we ne !




Evénement organisé par l'association Arjîn

www.jeunessekurde.fr